Lavrov: Em bi alema Îslamê re pêwendiyên xwe yên baweriyê didomînin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi alema Îslamê re têkiliyên dostane yên li ser bingeha baweriyê didomînin û got, "Gelek tişt me dike yek.”
Nûnerên Koma Vîzyona Stratejîk a Dinyaya Îslamê ya Rûsya û Îslamê û balyozên welatên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê li paytext Moskovayê civînek li dar xistin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov, Serokê Komara Tatarstanê ya girêdayî Rûsyayê Rustem Minnîxanov û Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Marat Husnullin jî beşdarî civînê bûn. Lavrov di axavtina xwe ya li vir de diyar kir ku ew girîngiyê didin hevkariya bi OICyê re û got, "Li ser mijarên heyî yên navneteweyî bi OICyê re diyalogeke me ya saxlem û pêbawer heye."
Lavrov diyar kir ku Koma Vîzyona Stratejîk a Rûsya û Cîhana Îslamê jî di têkiliyên di navbera Rûsya û OIC de roleke girîng dilîze û got ku ev kom dostanî û baweriya Rûsya û alema Îslamê xurt dike.
Lavrov destnîşan kir ku li Rûsyayê bi milyonan welatiyên ku Îslam qebûl kirine hene û ev tişt anî ziman:
"Welatê me bi awayekî kevneşopî bi alema Îslamê re têkiliyên dostane yên li ser bingeha baweriyê didomîne. Gelek tişt me dike yek. Têgihîştina me heye ku ferzkirina nirxên biyanî ji derve nayê qebûlkirin. Em li dijî sepandina yekalî ya mueyîdeyan li ser welatên ku li ser esasê berjewendî û kevneşopiyên neteweyî polîtîkayên derve û navxweyî yên serbixwe dimeşînin, ne."
Wezîr Lavrov agahî parve kir ku wê di meha Gulanê de li Kazana paytexta Komara Tatarstanê 16emîn forûma aborî ya navneteweyî ya "Rûsya-Cîhana Îslamê: KazanForum" bê lidarxistin.





