Hikûmeta Herêma Kurdistanê belavkirina dîmenên sûcan li medyayê qedexe kir

PeyamaKurd – Serokatiya Ofîsa Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştînameyekê fermî belavkirina dîmen û vîdeoyên sûcan a li ser hemû kanal û rûpelên medyayê qedexe kir. Armanca sereke ya vê biryarê parastina nepeniya lêpirsînên qanûnî û rêgirtina li bandorên neyînî yên civakî û psîkolojîk e.
Ev pêngav li ser daxwaza Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan (IHRC) hat avêtin. Komîsyonê daxwaz ji Encûmena Wezîran kiribû ku ji bo selametiya pêvajoya lêpirsînê, rê li ber weşandina nûçeyên derbarê sûc û gumanbaran de bigire.
Giştînameya ku îro, di 18ê Îlona 2025an de ji aliyê Nivîsgeha Medya û Agahdariyê ve hatiye weşandin, ji bo cîbicîkirinê ji hemû wezaret û saziyên hikûmetê re hat şandin.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




