Şam, DYA û Urdun | "Nexşerêya Hevbeş" ji bo Siwêdayê destnîşan kirin

Şam, DYA û Urdun | "Nexşerêya Hevbeş" ji bo Siwêdayê destnîşan kirin

PeyamaKurd - Sûriye, Urdun û DYA nexşerêyek hevbeş ji bo Siwêdayê, herêmek ku nifûsa wê pir zêde ya Durzî ye, destnîşan kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen el-Sefadî û Balyozê DYA li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack li Qesra Tişrîn a li Şamê civiyan.

Di civîneke çapemeniyê ya piştî civînê de, hate ragihandin ku li ser nexşerêyek hevbeş ji bo bûyerên li Siwêdayê li hev hatiye kirin.

Şeybanî diyar kir ku nexşerê li ser gavên berbiçav ên ku bi piştgiriya Urdun û DYA hatine bicîhkirin hatiye avakirin û "kesên ku zerarê didin sivîlan û milkê wan wê werin lêkolînkirin û bi hevrêziya tevahî bi pergala navneteweyî re berpirsiyar werin girtin."

Şeybanî destnîşan kir ku hêzên herêmî yên girêdayî Wezareta Karên Hundir wê ji bo parastina rêyên di navbera Şam û Siwêdayê de û misogerkirina ewlehiya gel werin bicihkirin û tekez kir ku pêvajoyek lihevhatina navxweyî bi beşdariya hemî pêkhateyên civaka Siwêdayê dest pê kiriye.

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen el-Sefadî diyar kir, "Yekîtî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê kevirê bingehîn ê ewlehî û aramiya herêmê ye."

Sefîrê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Barrack jî diyar kir ku wan bi Sûriye û Urdunê re di derbarê mijara Siwêdayê de nexşerêyek çêkirine. Barrack got, "Hikûmeta Sûriyeyê gavên dîrokî û pratîkî avêtine da ku aştiyê garantî bike."

Ev nivîs 8 car hatiye xwendin.