Zelenskyy: Ez amade me şer rawestînim

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy amadebûna xwe ji bo rawestandina şerê bi Rûsyayê re û hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ragihand.
Di hevpeyvînek taybet de bi Sky News re, Volodymyr Zelenskyy got ku ew amade ye ku bêyî ku tu şertek pêşkêş bike, civînek sêalî an dualî bi Donald Trump û Vladimir Putin re li dar bixe.
Zelenskyy diyar kir ku tu plana wî tune ku ji bo hevdîtinan biçe Moskowê û amadebûna xwe ya ji bo hevdîtin û danûstandinan bi her aliyekî din li her welatekî ji bilî Rûsyayê tekez kir.
Volodymir Zelenskyy hêviya xwe anî ziman ku Donald Trump wê agirbestê qebûl bike û got, "Em ji bo agirbestê amade ne."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemê, 18ê Îlonê, got ku Serokê Amerîkayê Trump dikare hefteya bê li New Yorkê bi Serokê Ukraynayê re bicive. Ev hevdîtina potansiyel wê di demekê de were ku Trump hewldanên xwe yên ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê didomîne.





