Li Hindistanê êrîşê tûrîstan kirin: 20 kuştî

PeyamaKurd – Li Hindistanê li herêma Cammu Keşmirê kesên çekdar êrîşê tûrîstan kirin û di encamê de 20 tûrîst mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor ragihandina rojnama The Indian Expressê; li devera Pahalgamê ku li herêmê Misilman gelekin, 2 an 3 kes bi çekan êrîşê birine ser tûrîstên ku seredana deverê kirin.
Rayedarên polîsan ragihandine ku birîndaran yekser birine nexweşxanan lê di nav birîndaran de jiyana 2 kesan di talûkê de ye.
Heya niha ti kes an rêxistin bûyerê negirtiye aliyê xwe. Li aliyê dinê serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Li Cammu Keşmirê li devera Pahalgamê êrîşa ku pêkhat ya terorê, bi tundî şermezar dikim. Kesên hezkiriyên xwe wenda kirine ji wan resersaxiyê dixwazim. Bo birîndaran şîfayê dixwazim. Kesên ku êrîşê kirine û yên dane kirin, em ê wan bigrin û teslîmê edaletê bikin.”
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




