Li Îranê erdhejeke bi hêza 5.1 çêbû

PeyamaKurd- Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li Îranê bi pileya 5.1 erd hejiya û bandora xwe li bajarên Tehran, Kerec, Demavand û Kûmê kir.
Hate ragihandin ku erdheja bi hêza 5.1 pileyî di kûrahiya 10 kîlometreyan a binê erdê de û 37 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Semnanê rû da.
Doh jî li Îranê bi mezinahiya 5.2 erdhejek çêbûbû. Li gorî çavkaniyên fermî ji ber erdhejê ziyaneke canî çênebûye, lê xisar li malekê bûye.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




