Wezareta Derve ya Amerîkayê li seranserê cîhanê hemwelatiyên xwe hişyar kir: Pir baldar bin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyeke lezgîn da hemî welatiyên xwe yên li seranserê cîhanê.
Îro, 23.06.2025an Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê hişyariyeke lezgîn da hemî welatiyên Amerîkî yên li seranserê cîhanê û ew hişyar kirin ku di van rojan de pir baldar bin.
Her weha hat ragihandin van gefek li dijî welatiyên Amerîkî û berjewendiyên welêt heye ku xwepêşandan werin lidarxistin.
Hişyariya Wezareta Karûbarên Derve piştî êrîşên mûşekî yên B-2yan yên Amerîkayê li dijî 3 tesîsên sereke yên nukleerî yên Îranê: Fordo, Natanz û Îsfahanê hat kirin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




