Li Îtalya operasyona koçberên qaçax hat kirin: 8 kesên Tirk xistin binçav

PeyamaKurd – Li Îtalyayê li bajarê Trieste operasyon hat kirin û hat gotin ku 8 Tirkên ku karê qaçax yên koçberan bi pera dikin, wan xistin binçav. Operasyon piştî demekî dirêj ya şopandinê hat kirin.
Rayedarên polîsê Îtalyayê ragihandin ku koçberên qaçax di ser rêya Balkanan de dibin rojavayê Ewrûpayê û kesên vî karî dikin yên 8 hemwelatiyên Tirkiyê ne û li ser sînor li bajarê Trieste di kontrolan de hatine girtin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku gumanbar di rêya Bosna-Hersekê ya hewayî de 52 kesan bi rêya hevkarên xwe yên Almanyayê otomobîlan û mînîbusan kirê kirine û wan kirine grûbên biçûk da bibin Almanya û welatên din yên Ewrûpayê. Îtalya ji bo wan tenê wekî buhirekiye.
Gumanbar, ji herkesî 4 heya 6 hezar Euro pere sitendine û bi kesên ji Bosna Hersekê, Almanya û welatên Balkanê re têkiliyên wan hene.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




