DAIŞê li Dêra Zorê êrîşî HSDyê kir

DAIŞê li Dêra Zorê êrîşî HSDyê kir

PeyamaKurd – 2 roj piştî girtina serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li Dêra Zorê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rastî êrîşeke grûbeke DAIŞê hat.

Êrîş li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, li ser Lîwaya Dîban, tevî karanîna RPG û çekên makîneyî pêk hat.

HSDyê di daxuyaniyeke li ser platforma X de ragihand ku hêzên wan bi serkeftî êrîş têk birin û asteng kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Hêzên me zû dest di êrîşê werdan û hewldana grûbeke terorîst a DAIŞê têk birin.”

Roja Înê, HSDyê serkirdeyekî li Dêra Zorê girtibû ku hatibû ragihandin “berpirsê darayî” ye. Wî kesî bi zorê pere ji sivîlan berhev dikir û gef li kesan dixwar ku red dikirin pereyan bidin wî.

 

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.