Li Ukraynayê li dijî otobusa sivîlan êrîşeke balafirên bêmirov: Gelek mirî û birîndar hene

Li Ukraynayê li dijî otobusa sivîlan êrîşeke balafirên bêmirov: Gelek mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Di encama êrîşa balafirên bêmirov ên artêşa Rûsyayê ya li ser bajarê Marhanets ê Ûkraynayê de 9 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Rûsyayê bi balafireke kamikaze êrîşî bajarê Marhanetsê kir û balafirê li otobusa xebatkarên şirketê xist.

Lysak ragihand ku di encama êrîşê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

 
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.