Mehmûd Ebas bang li Hemasê kir: Dîlên Îsraîlî berdin

Mehmûd Ebas bang li Hemasê kir: Dîlên Îsraîlî berdin

PeyamaKurd - Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas bang li Tevgera Hamasê kir ku bi azadkirina hemû dîlan dawî li şer bîne.

Ebas bal kişand ser bîlançoya giran kuştî û birîndaran got ku ji bo êrîşê divê ti hincet ji Îsraîlê re neyê dayîn.

Li gorî Îsraîlê, niha li Xezeyê 24 kesên dîl hene û cenazeyên 35 dîlan jî di destê Hamasê de ne.

Parastina Sivîl a Filistînê ragihandiye ku di encama êrîşên Îsraîlê yên sibeha Çarşemê de li Şerîda Xezeyê herî kêm 17 kes hatine kuştin.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.