NATO: Rûsyayê lez daye hilberîna çekan

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di axaftineke xwe ya li Chatham House ya Londonê de, ragihand ku Rûsya bilez artêşa xwe nû dike û kapasîteya xwe ya leşkerî ji ya ku dihat pêşbînîkirin bileztir zêde dike.
Rutte hişyarî da, dibe ku Rûsya di pênc salên bê de amade be ku li dijî NATOyê hêza leşkerî bikar bîne.
Herwiha Rutte diyar kir ku Rûsya bi teknolojiya Çînî di hilberîna çekan de pêşveçûneke mezin bi dest xistiye û cebilxaneya ku NATO di salekê de hildiberîne, di sê mehan de hildiberîne.
Li gorî Rutte, çaverêye ku Rûsya îsal 1500 tank, 3000 wesayîtên zirxî û 200 fuzeyên Îskender hilberîne.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




