Netanyahû dê serdana Azerbaycanê bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû dê di nîvê meha Gulanê de biçe Bakuyê û ew ê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re bicive.
Di hevdîtinê de hevdîtinên di navbera Tirkiye û Îsraîlê yên derbarê Sûriyeyê de ku bi navbeynkariya Azerbaycanê tê kirin jî dê bên nirxandin.
Her weha dê gotûbêj li ser bi fermî tevlîbûna Azerbaycanê di Peymana Îbrahîm de û înîsiyatîfên bi vî rengî bên kirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinan de ji bilî têkiliyên dualî, planên xurtkirina têkiliyên sêalî yên bi Amerîkayê re jî dê bên rojevê.
Têkiliyên her du welatan bi komarên Tirk ên li Asyaya Navîn re jî di nav mijarên hevdîtinê de cih digirin.
Di destpêka vê mehê de, Aliyev di heman rojê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara re hevdîtin kiribû.
Di meha Adarê de Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff çûbû Bakuyê û bi Aliyev re hevdîtin kiribû.
Azerbaycan li herêmê hevalbenda herî mezin yê Îsraîlê ye.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




