Netenyahû: Armanca me guherandina Rojhilata Navîn e

PeyamaKurd – Netanyahû got Şerê Xezeyê ne tenê li dijî Hemasê ye; her weha azadkirina rehîneyan û guherandina Rojhilata Navîn armancên me yên sereke ne.
Îro, roja Çarşemê, 07.05.2025, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû di daxuyaniyeke televîzyonî de ragihand ku armanca wan a şerê li Xezeyê ne tenê têkbirina Hemasê ye, lê her weha di heman demê de azadkirina rehîneyên Îsraîlî û xêzkirina ji nû ve ya nexşeya Rojhilata Navîn e jî.
Netenyahû anî ziman ku “Guherandina nexşeya Rojhilata Navîn karekî dijwar e, lê em dikarin wê pêk bînin.”
Wî got, Îsraîl di qonaxeke şerekî giran de ye û baweriya xwe ya bi serkeftinê anî ziman.
Her weha destnîşan kir ku Îsraîl dê bi tundî bersivê bide her êrîşê, çi ji aliyê Hemas be, çi jî ji aliyê Hûsî, Hizbilah an jî Îranê ve bê kirin.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.





