Odeyên Papa yên li Vatîkanê hatin mohrkirin û ofîs vala hat ragihandin

PeyamaKurd – Piştî mirina Papa Francis, rêberê ruhanî yê katolîk û serokê dewleta Vatîkanê, doh danê sibê, odeyên şexsî yên Papa hatin mohrkirin û meqama wî vala hat ragihandin.
Piştî mirina Papa Francis di 88 saliya xwe de duh danê sibê, li Vatîkanê pêvajoya ku ji aliyê qanûnên dêrê ve ji bo mirina papa hatibû destnîşankirin, hat destpêkirin. Li gor nûçeya belavoka fermî ya Vatîkanê, Vatîkan Newsê, duh êvarê derdora seat 20:00ê merasîma bîranînê bi dengekî bilind hat xwendin û termê cenaze di nava tabûtê de hat danîn. Piştî vê pêvajoyê Kardînal Kevin Farrell, yê ku sernavê Vicarê Serokatîya Papa ye, ku çavdêrîya proseya veguhêz li Vatîkanê dike, dema ku Papa bimire an jî îstifa bike heta ku papayê din bê hilbijartin, ligel Kardînal Pietro Parolin, Sekreterê Dewleta Vatîkanê, Serokwezîr û Serpîskopos Edgar Pena Parra, odeyên ji bo karanîna kesane ya Papa Francis li rûniştgeha wî û Qesra Papa girtin û mohr kirin.
Di bin çavdêriya kamerlengo Kardînal Farrell de, zengila masîgiran, ku mohra papê jî hebû, hat rûxandin û li gorî qanûnên kanonê Sede Vacante, ango latînî, vala hate ragihandin.
Malpera fermî ya Vatîkanê jî rewşa xwe nû kir Sede Vacante. Di vê navberê de hat diyarkirin ku piştî wefata Papa Fransîsko îro serê sibê wê Cemaeta Kardînalan (Wezaret) yekemîn civîna xwe li dar bixe û dibe ku di vê civînê de roja merasîma cenazeyê Papa Francîsco were diyarkirin.





