Pûtîn û Siltanê Ummanê civiyan: Rûsya navbeynkariya Îran-Amerîkayê dike

Pûtîn û Siltanê Ummanê civiyan: Rûsya navbeynkariya Îran-Amerîkayê dike

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Siltanê Ummanê Heysem bin Tarîk bin Teymûr El Seîd li Kremlînê cara yekemîn hevdîtina rû bi rû pêk anîn. Putin got ku ew îsal 40emîn salvegera têkiliyên dîplomatîk ên navbera her du welatan pîroz dikin û daxwaz kir ku têkiliyên bazirganî û aborî bên xurtkirin.

Siltanê Ummanê jî diyar kir ku ew dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt bike û ji karsazên Rûsî xwest ku li Ummanê veberhênanê bikin.

Cîgirê Serokkomarê Rûsyayê û Şêwirmendê Polîtîkaya Derve Yuri Uşakov diyar kir ku Putin û Siltan pêşketinên muzakereyên navbera Îran û Amerîkayê yên li ser mijarên nukleerî gotûbêj kirin.

Uşakov got ku Rûsya di têkiliyên nêzîk de ye bi Îranê re û hewl dide alîkariya wê bike. Umman di muzakereyên ne rasterast ên navbera Amerîka û Îranê de wek navbeynkar dixebite.

Piştî hevdîtinê, 11 belge di warên cûrbecûr de hatin îmzekirin. Yek ji van belgeyan peymana azadkirina vîzeyê ye, ku dê rê bide kesên bi pasaporta normal diçin û tên ku bêyî vîze seyahet bikin. Putin herwiha ragihand ku ew plan dikin îsal lutkeyek di navbera Rûsya û welatên Ereb de li dar bixin û daxwaz kir ku Siltan jî beşdarî vê lûtkeyê bibe.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.