Pûtîn: Em her tim ji hewlên aştiyê re amade ne

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku agirbesta bi Ukraynayê re di cejna Paskalyayê de hatibû îlankirin bi dawî bûye û got: "Em her tim nêzîkatiyeke erênî nîşanî agirbestê didin, ji ber vê yekê me dest avêt vê pêngavê."
Pûtîn diyar kir ku Rûsya ji bo her cure hewldanên aştiyê vekirî ye û got, ew ji Ukraynayê jî heman helwestê hêvî dike.
Pûtîn wiha got: "Em her tim nêzîkatiyeke erênî nîşanî agirbestê didin, ji ber vê yekê me dest avêt vê pêngavê. Me her tim got ku em nêzîkatiyeke erênî nîşanî her cure hewldanên aştiyê didin. Em hêvî dikin ku nûnerên rejîma Kievê jî bi heman rengî bifikirin."
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




