Pûtîn qanûneke nû îmze kir

Pûtîn qanûneke nû îmze kir

PeyamaKurd – Pûtîn qanûna ji bo kesên ku artêşê bêrûmet dikin heta 7 salan cezayê girtîgehê îmze kir.

Li gorî qanûna ku Pûtîn îmze kir û di Sîstema Belgeya Fermî ya Rûsyayê de hat weşandin, di Qanûna Cezayê ya Rûsyayê de guhertin hatin kirin.

Herwiha li gorî qanûnê, kesên ku artêşa Rûsyayê bêrûmet bikin û piştgiriyê bidin cîbicîkirina biryarên rêxistinên navneteweyî yên ku Rûsya tê de nîne, dikarin bi heta 7 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.

Lêbelê, kesên ku li dijî Rûsyayê banga cezayên li dijî Rûsyayê an dirêjkirina wan dikin, dibe ku rastî heta 5 sal cezayê girtîgehê û heta 500,000 ruble (nêzîkî 6,000 dolar) cezayê pereyan bên.

Dibe ku mal û milkên kesên ku van cezayan distînin bên desteserkirin. Herwiha li gorî qanûna ku Pûtîn îmze kiriye, kesên ku piştgiriyê didin kiryarên rêxistinên navneteweyî û saziyên dewleta biyanî yên li dijî Rûsyayê, wê di nava lîsteya "ajanên biyanî" yên li welêt de cih bigirin.

Ew ajanên biyanî yên ku hatine ragihandin wê nikaribin di nav pargîdaniyên dewletê de beşdarî xebatên perwerdehiyê bibin an jî beşdarî postên rêveberiyê bibin.

 
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.