Parlamenterê Alman De Vries: Kurd hevalbendên giring ên Almanyayê ne

PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a Almanyayê, Christoph de Vries, di daxuyaniyekê de tekezî li ser girîngiya têkiliyên di navbera Almanya û Kurdan de kir û got, "Kurd hevkarên me û hevalbendên me yên girîng ji bo demokrasiyê ne."
De Vriesê ku yek ji endamên Koma Dostaniya Kurdan a di parlamena Almanyayê de ye, di hevpeyvînekê de behsa qîmeta têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasî, mafên jinan û edaletê kir. Wî got, "Divê em piştgiriyê bidin mafê wan ê parastina çand û zimanê xwe."
Parlamenterê Alman bal kişand ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û got ku Pêşmerge rêz û piştgiriyeke mezin heq dike. De Vries herweha derbarê rewşa nezelal a li Rojavayê Kurdistanê de fikarên xwe anî ziman û destnîşan kir ku divê piştgirî ji bo Kurdan bê zêdekirin da ku karibin xwe biparêzin.
Christoph de Vries amaje bi wê yekê kir ku zêdetirî 2 milyon Kurd li Almanyayê dijîn û tevkariyeke girîng di jiyana civakî de dikin. Wî bang li Kurdan, bi taybetî li ciwanan kir ku di nav partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de roleke aktîftir bilîzin.
De Vries da zanîn ku li parlamena Almanyayê ji bo tu civakeke din komeke taybet a dostaniyê nehatiye avakirin û tekez kir ku hemû partî bi hev re ji bo piştgiriya Kurdan dixebitin.
Derbarê polîtîkayên koçberiyê de, De Vries diyar kir ku divê rê li ber koçberiya neqanûnî were girtin, lê ew ê alîkariya mirovî bigihînin kesên ku ji ber şer di bin gefê de ne.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




