Li Parlamentoya Tirkiyê aloziya ‘Hizbullahê’: DEM Partîyê terka civînê kir

Li Parlamentoya Tirkiyê aloziya ‘Hizbullahê’: DEM Partîyê terka civînê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku endamên DEM Partîyê ji civîna îro 18ê Îlonê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku piştî biryara çekdanîna PKKê hatiye avakirin derket. Sedem jî axaftina Mehmet Bekir Şîmşekê Serokê Komeleya Tevgera Zanistî ya Hînkirin û Perwerdehiya Îslamî (ÎTTÎHAD) bû.

Axaftina Serokê ÎTTÎHADê Mehmet Bekir Şîmşek bû sedema aloziyê di civînê de.

Di dema axaftina Şîmşek de, endamên DEM Partiyê ji salonê derketin. Herwiha du parlamenterên CHPê jî bi gotina “Em guh nadin kesên girêdana berazî” û ji salonê derketin.

Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz jî nerazîbûn nîşanî axaftinên Şîmşek da.

Şîmşek di axaftina xwe de, ya ku bû sedem ku endamên Partiya DEM ji civînê derkeve gotibû: “Em dizanin ku hin rêxistin bi bidestxistina hêza dewletê şaşiyan dikin. Lê herwiha em dizanin ku PKK, ku îdîa dike li ser navê gelê Kurd têdikoşe, zirarên mezin dide Kurdan.”

Fettî Yildiz, nerazîbûna xwe li hember Şîmşek anî ziman û got, “Me tu ji bo heqaretkirina leşker û polîsan vexwendiye.”

Parlamenterê DEMê Saruhan Oluç jî qîriya û got, “Bi vî zimanî aştî çêdibe? Heta niha me tehemul kir, hûn ji xwînê têr nabin, şerm bikin, xwînrij. Xwedê bela we bide.”

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî got, “We bi girêdana beraz mirov qetil kirin. Ew hûn in ku bûne bela serê Kurdan.”

Piştî aloziyê, Serokê Parlamentoyê Nûman Kurtulmuş axivî û got, “Her kes di parastina nêrîna xwe de serbest e, lê bi tevlîhevkirina rabirdûyê nabe. Mesafeyeke mezin hatiye wergirtin, şert e ku her kes bala xwe bide ser zimanê ku bi kar tîne.”

Piştî nîqaşê, axaftina Serokê Weqfa Alimên Medreseyan (MEDAV) Tayyîp Elçî hat kirin. Parlamenterên Partiya DEM vegeriyan salona komisyonê.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.