Du hunermendên Kurd beşdarî Orkestraya Flarmonîka bûn

PeyamaKurd- Cara yekem di dîroka huner û muzîka Kurdî de, du hunermendên Kurd Alan Arif û Şêrko Kanîwar tevlî Orkestraya Senfoniya Fîlarmonîkayê ya Brûkselê dibin.
Hate diyarkirin ku tevlîbûna dîrokî ji bo nasandin û belavkirina huner û çanda dewlemend a Kurdî li ser asta Ewropa û cîhanê gaveke girîng e.
Ew herdu hunermendên Kurd îro 18ê Îlona 2025an bi Orkestraya Brûkselê re prova kirin, wekî amadekarî ji bo konsera çaverêkirî ku biryar e roja Şemiyê 20ê îlonê li saet 8ê êvarê bi dema Ewropayê li Brûksela paytexta Belçîkayê bê lidarxistin.
Hunermend Alan Arif gotiye, "Armanca me ew e ku peyama huner û muzîka Kurdî bigihînin Ewropayîyan û cîhanê. Em Kurd xwedî huner, çand û muzîkeke dewlemend in.”
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




