Karsazekî Kurd vexwêrka enerjiyê ya bi Alaya Kurdistanê li 10 welatên Ewropayê belav dike

Karsazekî Kurd vexwêrka enerjiyê ya bi Alaya Kurdistanê li 10 welatên Ewropayê belav dike

PeyamaKurd – Karsazê Kurd ê li Swêdê dijî, Emîn Osman, vexwêrka nû ya enerjiyê bi navê "Kurdish Energy Drink" hilberand ku li ser qutiya wê Alaya Kurdistanê hatiye neqişandin. Berhem di demeke kurt de bala gelek kesan kişand û niha li 10 welatên Ewropayê tê firotin.

Emîn Osman, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re, behsa çîroka projeya xwe kir û got ku ev fikir du sal û nîv berê bi du hevalên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê re daniye.

Osman diyar kir ku di destpêkê de ji ber pirsgirêkên qeydkirina navan li Fransa û Tirkiyeyê, di bikaranîna navên "Kurdistan" û "Kurd" de bi zehmetiyan re rû bi rû mane. Wî got, "Me navê 'Kurdish' hilbijart û Alaya Kurdistanê danî ser. Ji ber vê yekê, bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve, me gelek zehmetî kişand, lê me bi rêya parêzerekî karî vî navî bi dest bixin."

Vexwêrka "Kurdish Energy Drink" li kargehên li Yewnanistan û Polonyayê tê hilberandin û li welatên wekî Almanya, Danîmarka, Norwêc, Fînlandiya, Swîsre, Belçîka û Hollandayê tê belavkirin.

Osman da zanîn ku armanca wan ew e ku berhemê li seranserê Ewropayê belav bikin û got, "Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê re hene û em dixwazin li wan deran jî dest bi firotinê bikin." Herweha, ew plan dikin ku di pêşerojê de berhemên din ên wekî "Kolaya Kurdî" jî hilberînin.

Derbarê bertekan de, Osman anî ziman ku ji xeynî çend şuroveyên neyînî, wan ji Kurdên li seranserê cîhanê piştgiriyeke mezin wergirtiye. Li ser rexneyên derbarê bikaranîna alayê de jî got, "Ev qutî ji nû ve tên bikaranîn û zirarê nadin jîngehê. Em dixwazin Ala û dengê xwe bigihînin cîhanê."

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.