Pisporê Ewlehiyê: Amerîkayê Malikî agahdar kir ku Hemas û Hûsî li Iraqê ne

Pisporê Ewlehiyê: Amerîkayê Malikî agahdar kir ku Hemas û Hûsî li Iraqê ne

PeyamaKurd – Pisporê ewlehiyê û siyasetmedarê nêzîk milîsên Iraqê, Sabah el-Egêlî, îdia kir ku endam û serkirdeyên Hamas û Hûsiyan li Iraqê ne û dibe ku ji aliyê Îsraîlê ve bibin armanc. Egêlî da zanîn ku Amerîkayê di vê derbarê de bi rêya nameyekê Nûrî el-Malikî agahdar kiriye.

Di bernameyeke televîzyonê de, Sabah el-Egêlî got, "Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, Joshua Harris, di hevdîtina xwe ya bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî el-Malikî re nameyek radestî wî kir ku tê de behsa hebûna Hûsî û Hemasê li Iraqê tê kirin."

Egêlî ev name wekî gefeke Îsraîlê şîrove kir û weha axivî: "Weke çawa Îsraîlê êrîşî Qeterê kir û Hûsî kirin armanc, em wisa difikirin ku Îsraîl dê li hincetekê bigere da ku êrîşî Iraqê bike."

Di heman bernameyê de, lêkolînerê siyasî Ehmed el-Elwanî jî îdiayên hûrgulîtir anî ziman û got, "Di nameya Amerîkayê de ji Malikî re tê gotin ku divê hebûna endamên Hemas, Hûsî û Hizbullaha Lubnanê bi ti awayî li Iraqê nemîne."

Elwanî herweha îdia kir ku di nameyê de behsa 29 şêwirmendên Îranî jî tê kirin ku yek ji wan di kuştina welatiyekî Amerîkî de li Bexdayê têkildar bûye û FBI delîlên vîdyoyî û nivîskî li ser vî tawanî kom kirine.

Ofîsa Nûrî el-Malikî di 12ê Îlona 2025an de hevdîtina wî ya bi Joshua Harris re piştrast kiribû û di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di hevdîtinê de "behsa xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya di navbera her du welatan de hatiye kirin."

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.