Peskov: Ûkrayna di NATOyê de dê cih negire

PeyamaKurd – Berdevkê Qesra Kremlînê ya Rûsyayê Dîmîtrî Peskov ragihand ku endametiya Ûkraynayê ya di NATOyê de ji bo Rûsyayê gefeke mezin e û got,
“Ev yek yek ji sedemên şerê heyî ye, ji lew re em ê rê nedinê.”
Peskov, li ser daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Keith Kellogg ku gotibû endametiya Ûkraynayê “ne di rojevê de ye”, diyar kir,
“Ev helwêst dilxweşker e û bi ya me re têkildar e.”
Di nav şerê Rûsya-Ûkraynayê yê ji 2022tan ve, Ûkrayna bi piştgiriya Ewropayê dixwaze bibe endama NATOyê, lê Rûsya vê yekê wekî provokasyonê dibîne û li dijî wê ye.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.





