Peyama Cejna Paskalyayê ya Erdogan

Peyama Cejna Paskalyayê ya Erdogan

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em wek endamên şaristaniya ku li ser rêzgirtin û hezkirinê radiweste, em girîngiyê didin azadiya hemû welatiyên xwe yên ku bi hezaran sal in Anatolya kirine welatê aştiyê û li ol, çand û kevneşopiyên xwe xwedî derkevin."

Erdogan di peyama xwe de Cejna Paskalyayê li welatiyên Xiristiyan pîroz kir.

Erdogan ev tişt gotin:

Ez cejna Paskalyayê ji welatiyên me yên Xiristiyan ên ji dêr û komên cuda pîroz dikim. Weke endamên şaristaniya ku li ser rêzgirtin û hezkirinê radiweste, em girîngiyek mezin didin azadiya hemû welatiyên xwe yên ji bo jiyana ol, çand û kevneşopiyên xwe yên ku bi hezaran salan Anatolya kirine welatê aştiyê. Hêvî dikim ruhê aştî û hezkirina ku Cejna Paskalyayê nîşana yekîtî, biratî û parvekirinê dide mirovahiyê, her tim bi me re be. Bi van hest û ramanan ez careke din cejna Cejna Paskalyayê li hemû mesîhiyan û bi taybetî welatiyên me yên mesîhî pîroz dikim û hêviya silametiyê ji wan re radigihînim.

 
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.