Peyama Îranê ji bo Amerîkayê: Em tundiyê qebûl nakin

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku ew amade ne di çarçoveya ku di muzakereyan de hatiye diyarkirin û bi parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî bi Amerîkayê re li hev bikin.
Li gorî televizyona dewleta Îranê Pezeşkiyan di civîneke li Tehranê de axivî.
Pezeşkiyan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya muzakereyên bi DYAyê re û got, "Em amade ne di çarçoveya ku di muzakereyan de hatiye diyarkirin û bi parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî bi DYAyê re li hev bikin, lê eger naxwazin bi me re li ser esasê wekhevî danûstandinan bikin, em ê rêya xwe bidomînin. Wekî Rêberê Înqilaba Îslamî (Rêberê Îranê, Ayetullah Xamineyî) em ne xweşbîn, ne jî reşbîn in."
Pezeşkiyan got, "Em ne ji bo şer li vir in, lê em mêtingeriyê jî qebûl nakin."





