Şêx Hikmet Hicrî: Dorpêça ser Siwêdayê rakin, mafê çarenûsê bidin

Şêx Hikmet Hicrî: Dorpêça ser Siwêdayê rakin, mafê çarenûsê bidin

PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Duriziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî, li ser rewşa parêzgeha Sweydayê got, "zindaneke mezin e" û xwest, dorpêça ser wan bê rakirin, korîdorên mirovî bên vekirin û mafê çarenûsê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bê dayîn.

Şêx Hikmet Hicrî doh Şemiyê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, endamên Encûmena Konseya Ewlekariyê, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, Komkara Erebî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re nameyek şand.

Hicrî ragihand ku "Çiyayê Başan" (Çiyayê Duriziyan) "ev çend meh in di bin dorpêçeke berfireh û dijwar de ye ku gefê li jiyana sivîlan dixwe."

Şêx Hicrî bal kişand ser rewşa mirovî ya giran a li parêzgeha Siweydayê û wiha got: "Em di nava zindaneke mezin de li çiyê hatine dorpêçkirin. Çûnûhatina gelê me sînordar, di bin çavdêriyê de û bi gef e. Zêdeyî 35 gundên me li bakur û rojavayê çiyê hatine dagirkirin."

Hicrî da zanîn, ji ber qutkirina înternetê û rawestandina derxistina belgeyên fermî, sazî û dezgehên giştî bi temamî felc bûne. Herwiha got ku xwendekarên zanîngehan ji ber "handana mezhebî, gefên bêhempa û êrîşên berdewam" nikarin vegerin ser xwendina xwe û zarokên dibistanan jî ji perwerdeyê bêpar mane.

Rêberê Duriziyan, "Hikûmeta Demkî û mîlîsên wê" weke berpirsiyarên van hemû binpêkirinan nîşan da û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Encumena Asayişê û civaka navneteweyî kir ku li gorî berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî bi lez gav bavêjin.

Hicrî ev daxwaz rêz kirin:

1.    Dorpêça li ser Çiyayê Başan demildest were rakirin û korîdorên mirovî yên ewle bên vekirin.

2.    Komên çekdar ên dagirker ji hemû gundan vekişin, erdên dagirkirî vegerînin û xalên agirbesta Tîrmehê cîbicî bikin.

3.    Berpirsiyarên tawan û binpêkirinan li pêşberî dadgehên navneteweyî bên darizandin.

4.    Deriyekî mirovî yê navneteweyî ji bo gihandina alîkariyan û pêwendiya ewle bi cîhana derve re were vekirin.

5.    Mafê diyarkirina çarenûsê ji bo gelê çiyê were misogerkirin. Ev yek divê di bin çavdêrî û parastina navneteweyî de pêk were da ku azadî, rûmet û ewlehiya wan a olî, çandî û hebûnî misoger bibe.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.