Piştî Misrê bi Îsraîlê re peymana bi 35 milyar dolarî girêda, Hakan Fidan çû Misrê

PeyamaKurd – Piştî Misrê bi Îsraîlê re peymana gazê ya bi 35 milyar dolarî girêda û Konaferansa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hasekiyê hat kirin, wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan çû Misrê.
Fidan li Misrê bi wezîrê karên derve yê Misrê bi Bedr Abdulati re civiya û di encama civînê de hat gotin ku li ser yekîtiya axa Sûriyê li hev kirine.
Mijara desteka ji bo Xezzayê jî mijareka dinê ya ku li serê axifîn. Wezîrê kar û barên derve yê Misrê Bedr Abdulati piştî hevdîtina bi Hakan Fidan re bi hevre derketin ber çapemeniyê û got:
“Em di yekîtiya axa Tirkiyê û Sûriyê de di heman fikrê de ne. Di mijara şermezarkirina îşxala bajarê Xezzayê û firehkirina kontrola Îsraîlê ya li Xezzayê de em bi Tirkiyê re hemfikrin. Em sînorên sala 1967an û avakirina dewletekî Fîlîstînê destek dikin.
Wê Rêxistina Hevkariya Îslamê û Yekîtiya Ereb civînên li ser Xezzayê bibin, bi Tirkiyê û welatên Ereb re ji bo pêşdeçûnên ciddî, civîna Neteweyên Yekgirtî ya Konseya Ewlehiyê me bi Tirkiyê re koordinasyonê kiriye.”
Wezîr Abdulati got ku Misir û Tirkiye behsa yekîtiya axa Sûriyê kirine, li ser çareseriya pirsgirêkên nav axa Sûriyê divê çareyekî ku ti pêkhate di derveyê wê de nemîne an ku çareseriyekî ku temamê pêkhateyan bixe nav xwe bêkirin.
Ji bo îstîqrara Lîbyayê û ewlehiya wê divê pêvajoyekî siyasî hebe û bi Tirkiyê re li serê li hev kirine. Abdulati got:
“Di herêmê de, ti çareseriya ku di navdewletî de rewa nîn be, kes nikare bike. Em îznê nadin ti terefekî ku destekê bide kêmneteweyekî an kêmoliyekî û destê xwe bixe nav karên hundir yên dewletan an mudaxeleyê wan bike.
Em bi veberhênanên Tirkiyê yên li Misrê tên kirin dilxweşin û xwurtkirina hevkariya çareseriya pirsgirêkên di herêmê de, em girîndiyê didin mijaran.”
Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.




