Serok Barzanî salvegera 49emîn a damezrandina PSDKyê pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera 49emîn a damezrandina Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) peyameke pîrozbahiyê weşand.
Serok Barzanî di peyamê de pîrozbahiyên xwe yên germ arasteyî Sekreterê Giştî Mihemed Hacî Mehmûd, endamên serkirdayetiyê û hemû endam û alîgirên PSDKyê kir.
Serok Barzanî, pesnê têkoşîn û fedakariya PSDKyê ya di rêya doza gelê Kurd de veda û ji bo xebatên wan ên siberojê serkeftin xwest.
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.




