Salih Muslim bersiva hikûmeta demkî ya Sûriyeyê da: Bê wate ye

Salih Muslim bersiva hikûmeta demkî ya Sûriyeyê da: Bê wate ye

PeyamaKurd – Endamê Serokatiya Hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di daxuyaniyekê de ya ji bo kanala Erebî el-Youm TVyê, derbarê bûyerên li Hesekê û Peymana 10ê Adarê de axivî.

Salih Muslim diyar kir ku tiştê li Hesekê qewimî, bingeha peymaneke ji bo yekgirtina Sûriyeyê ye.

Wî bersiva hikûmeta demkî ya Sûriyeyê weke "bêwate" bi nav kir û got ku hikûmet hewl dide ji berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de bireve. Wî hişyarî da ku dibe hikûmeta Sûriyeyê di pêşerojê de vê peymanê betal bike.

Her weha, bal kişand ser konferansa pêkhateyan û got ku hemû mezheb û grûbên cuda di vê konferansê de amade bûn, ji ber vê yekê ew weke mînakeke geş a yekgirtina Sûriyeyê tê dîtin.

Ev nivîs 166 car hatiye xwendin.