Artêşa Lubnanê ji bo bangên protestoyan hişyarî da

Artêşa Lubnanê ji bo bangên protestoyan hişyarî da

PeyamaKurd- Rêveberiya Rêbertiyê ya Fermandariya Artêşa Lubnanê, li ser bangên medyaya civakî yên ji bo protestoyan û parvekirina vîdeoyên ku armanc jê çêkirina aloziyê di nava welatiyan de ye û derbarp êrîşên berdewam ên Îsraîlê û rewşa ewlekariyê ya hesas li Lubnanê, hişyarî da.

Fermandariyê tekezî li ser rêzgirtina Artêşê ji bo azadiya îfadekirina aştiyane kir, lê bal kişand ser ku ew ê rê nede tu binpêkirinên ewlehiyê, binpêkirina aştiya civakî, girtina rêyan, an jî destdirêjiya li ser milkên giştî an yên taybet. Artêşê ji welatiyan û hemû aliyan xwest ku di vê dema hesas de berpirsyariyê bigirin ser xwe û bi yekîtî tevbigerin.

Hetwiha artêşê diyar kir, wp hewldanên bêîstîqrarkirina rewşa heyî an belavkirina gotegotan rastş tedbîrên yasayî yên guncav bên.

Ji aliyê din ve, çalakvanên li bajarokên Ensariyah, El-Lubiyah, Adlun, El-Saksakiyah û El-Sarafandê daxuyaniyek weşandin û banga xwepêşandanên girseyî li dijî bêçekkirina Eniya Berxwedanê kirin.

Di qezayeke doh e li başûrê Lubnanê şeş leşker miribûn û du leşker jî birîndar bûbûn. Di qezayê de teqemeniyên kevin ên ji şerê Îsraîlê mabûn teqiyan. Bûyer dema tîmeke endezyariyê guleyên kevin ên li herêma di navbera bajarokên Magdalzun û Zebqine yên girêdayî navçeya Tîrê de vedikirin, pêk hat.

Serokwezîr Newaf Selam got: "Lubnan bi xemgîniyeke mezin êşa endamên artêşa xwe ya qehreman dikişîne, yên ku dema li başûr erka xwe ya neteweyî pêk anîn, şehîd bûn. Lubnan, weke dewlet û gel, li hemberî fedakariyên wan û xwîna wan a giran bejna xwe ditewîne û tekez dike ku artêş, parêzvanê yekîtiya milet û ewlehiyê gel e."

Herwiha dîsa balafireke bêmirov a Îsraîlî çar mûşek avêtin ser wesayîteke di navbera bajarokên Aitarun û Ainata yên li başûrê Lubnanê û di encamê de du kes mirin.

Hat ragihandin ku li ser Hermel, Nebatiye û derdora wê firînên balafirên bêmirov ên nizm hatine tomarkirin û gihîştine başûrê bajêr û heta Beyrûtê.

Lîna Rashid / Lubnan

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.