4 xwendekarên Efrînî di ser asta tevahiya Sûriyeyê re bûn yekemîn

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê encamên ezmûnên pola 9an ragihand.
Di nav encaman de, 4 xwendekarên ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi bidestxistina pûanên rêjeya herî bilind, di rêza yekemîniyê ya tevahiya Sûriyeyê de cih girtin.
Li gorî encama ku duh roja Înê, 8ê Tebaxa 2025an, bi daxuyaniyeke fermî hat eşkerekirin, xendekarên srketî yên Efrînê, ev in:
Şîrav Tobal: 310/310 pûan
Perwîn Hiso: 310/310 pûan
Ronî Ebdulmecîd: 309,5/310 pûan
Şêrgo Hido: 309,5/310 pûan
Daneyên fermî
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Perwerdehiyê Dr. Mihemed Terko, 356,193 xwendekar beşdarî ezmûnan bûne, û rêjeya serkeftinê %49 e. Her weha, 121 xwendekaran li ser asta tevahiya Sûriyeyê di rêza yekemîniyê de cih girtine.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.





