Li parêzgeha Mîsanê ya Iraqê di navbera eşîran de şer derket

Li parêzgeha Mîsanê ya Iraqê di navbera eşîran de şer derket

PeyamaKurd – Derengê şeva borî, li sînorê navçeya Selamê ya parêzgeha Mîsanê ya Iraqî, di navbera eşîrên Xewalib û Herîşîn de şerekî dijwar derket.

Li gorî çavkaniyan, şer ji ber nakokiyeke kevin a eşîretî dest pê kiriye û di encamê de gelek kes birîndar bûne.

Hêzên ewlehiyê hewl dan rewşê kontrol bikin û gihîştin cihê bûyerê, lê nekarîn pevçûnan rawestînin. Agahiyên dawî diyar dikin ku herdu eşîr hîn li hember hev derdikevin, û metirsiya zêdebûna şer û alozî heye.

Çavdêrên siyasî bal kişand ser vê yekê ku eşîrên li Iraqê xwedî çekên giran in, û hêzên ewlehiyê gelek caran di şerên eşîretî de bêhêz dimînin, tenê rola temaşevaniyê dilîzin.

Heta niha agahiyên zelal derbarê hejmara birîndaran de nehatine parvekirin, lê rewş li herêmê aloz e û şopandina bûyeran didome.

 

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.