Lêpirsîna êrîşa Bexdayê temam bû: Haşdî Şabî êrîşê kiriye

PeyamaKurd – Lêpirsîna fermî ya êrîşa ser Rêvebiriya Çandiniyê ya Kerh a Bexdayê bi dawî bû. Di êrîşê de polîsekî û sîvîlekî hatibûn kuştin.
Di encama lêpirsîna fermî de, dîtin kesên êrîş kirine mensûbên Tûgayên Hîzbûllah a girêdayê Haşdî Şabî ne. Li ser bûyerê serokwezîrê Iraqê Sûdanî 2 fermandarên tûgayê ji ser wezîfa wan girt.
Bûyera êrîşê Iraqê hejandibû û bû bû sedema nehesabkirina otorîta Iraqê. Bûyer di 27ê Temmûz 2025an de qewimibû.
Berdevkê artêşa Iraqê Sabah Numan encamê ragihand û di encamê de nasnama kesên avêtine ser dezga dewletê û bi hêzên dewletê re şer kirine zelal kir.
Li gor raporê; çekdarên ku êrîşê kirine girêdayê tûgayên 45 û 46em, kesên mensûbê Tûgayên Hîzbûllahê ne ku girêdayê Haşdî Şabî ne. Di raporê de hat gotin ku bê ji fermandarên xwe ferman bistînin tevgeriyane, li hemberê hêzên asayîşê çek bikaranîne û bûne sedema mirin û birîndariyan.
Di êrîşê de polîsê federal yê bi navê Gazvan Kerim Salman Rubey û hemwelatiyekî sîvîl hatibûn kuştin û ji Haşdî Şabiyê 14 kesan girtibûn.
Di raporê de hat gotin ku bûyer ne tenê êrîşekiye lê li pey bûyerê tora komployê û gendelî an ku ruşwet heye. Hat gotin ku rêvebirê dezgê yê berê ji ser kar girtibûn yê bi navê İyad Kazım Ali jî di nav komployê de ye. Hatiye tesbîtkirin ku Ali gendeliyê kiriye, sextekariyê kiriye, araziyên çandiniyê bi peymanan daye xesbkirin û tevî gelek sûcan bûye.
Piştî rapor encam da, serokwezîrê ku hem fermandarê giştî yê artêşê ye yê Iraqê Muhammed Şiya Sudani gelek fermanan da:
- Fermandarên Tûgayên 45 û 46an yekser ji wezîfê girt.
- Heyetekî ji bo lêpirsîna fermandarê Haşdî Şabî yê operayonên Cezîre hat avakirin ji ber qelsiyê nîşan daye.
- Kesên gumanbarên tevlî bûyerê bûne, bi delîlên wan ve temama dişînin dadgehê.
- Di nav Haşdî Şabî de gelek kes hene ku li fermanan guhdarî nakin, wê li ser rewşa wan rawestin û ti derfetê nedin wan.
- Nîzama bicîhkirina yekîneyan û liyaqata fermandaran wê ji aliyê komîsyonekî bilind de car din di ber çav de derbas bikin.
- Di bûyerê de kesê sîvîl yê hatiye kuştin, wê şehîd qebûl bikin û temamê mafên wî bidin malbata wî.
Wezareta karên derve ya DYAyê berê hişyaryê dabû Iraqê ku qanûna Haşdî Şabî dernexin û eger derxin jî wê Iraq bibe peyka Îranê û wê Iraqê qels bike.
Amerîka ragihandibû ku qanûnekî weha ji bo Amerîka ewlehiya Iraqê xwurt bike, di stratejiya DYA de tine û hişyariya tund dabû Iraqê.
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.




