Dîrok diyar bû: Trump û Pûtîn dê li Alaskayê bicivin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê roja Înê 15ê Tebaxê li Alaskaya Amerîkayê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive.
Serokê Amerîkayê Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê Truth Socialê, cih û dîroka hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re eşkere kir.
Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê roja Înê 15ê Tebaxê li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bi Pûtîn re bicive.
Kremlîn: Pûtîn û Trump dê li Alaskayê li ser çareserkirina krîza Ûkraynayê bisekinin
Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yûrîy Ûşakov ji rojnamevanan re piştrast kir ku Serokê Amerîkayê Trump dê roja Înê 15ê Tebaxê li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bi Pûtîn re bicive.
Ûşakov destnîşan kir ku Rûsya û DYA cîranên nêzîk in û got, "Ji ber vê yekê, pir mentiqî xuya dike ku şandeya me dê ji Tengava Beringê bifire û serokên her du welatan dê lûtkeyeke ewqasî giring û bendewar li Alaskayê li dar bixin."
Ûşakov tekez kir ku berjewendiyên aborî yên Amerîka û Rûsyayê li Alaska û Arktîkê li hev dicivin û diyar kir ku perspektîfên pêkanîna projeyên mezin xuya ne.
Ûşakov got, "Pûtîn û Trump wê di lûtkeya li Alaskayê de li ser danûstandinên çareseriyên aştiyane yên demdirêj ji bo krîza Ûkraynayê bisekinin."
Wî her weha diyar kir ku ew li bendê ne ku hevdîtina Pûtîn-Trump a piştî Alaskayê li Rûsyayê were lidarxistin û dawetek ji bo vê yekê ji Trump re hatiye şandin.
Wî di dawiyê de anî zimên, "Moskow û Washington dê di rojên pêş de bi awayekî çalak û berfireh li ser parametreyên pratîkî û siyasî yên civîna bilind a Alaskayê nîqaşan bikin. Wisa xuya dike ku ev dê pêvajoyek dijwar be, lê em ê bi awayekî çalak û berfireh tê de beşdar bibin."
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




