HSD: Çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên bi ser Tirkiyeyê ve agirbestê binpê dikin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe li hember binpêkirinên domdar ên agirbestê yên ji aliyê komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê û hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê ve yên li dijî Rojavayê Kurdistanê anî ziman.
HSDyê diyar kir ku ev kom, li deverên wek Dêra Zor, Dêr Hafir, Tişrîn, Til Temir û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, peymanên îmzekirî binpê dikin, di nav de peymana 1ê Nîsanê ya bi rêveberiya Şamê re û peymana di navbera Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera de ku 10ê Adarê hatibû danîn.
Li gorî HSDyê van komên çekdar zêdetirî 22 êriş pêk anîne, bi çekên giran û hewldanên derbaskirina Çemê Firatê, bi armanca hedefgirtina baregehên HSDyê yên li Dêra Zorê.
HSDyê ev êrîş wek gefeke li ser baweriya hevbeş bi nav kir û got, ew hewl didin aramiyê biparêzin.
HSDyê ji bo çareserkirina rewşê 3 daxwazên sereke pêşkêş kirin:
1- Rawestandina tavilê ya binpêkirinan û pabendbûna bi peymanan a Hikûmeta Şamê û komên bi Tirkiyeyê ve.
2- Daxwaza çavdêriya binpêkirinan ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, ji bo misogerkirina rêzgirtina ji bo peymanan.
3- Vekirina deriyê diyalogê ji bo Sûriyeyeke aram, tevî amadebûna parastina maf û ewlehiya gel bi hemû rêyên pêwîst.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.





