Qesra Spî: "Nûnerê Taybet ê Trump dîsa diçe Moskovayê"

Qesra Spî: "Nûnerê Taybet ê Trump dîsa diçe Moskovayê"

PeyamaKurd – Qesra Spî ragihand ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff wê vê hefteyê carek din biçe Moskovayê û danûstandinên bi Rûsyayê re bidomîne.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê de pêvajoya Rûsya û Ûkraynayê nirxand.

Berdevkê Amerîkayê da zanîn ku danûstandinên ligel Rûsyayê bi erênî pêşde diçin û ew dixwazin di dawiya vê pêvajoyê de şerê Rûsya û Ukraynayê bi dawî bibe.

Leavitt got: "Ez tenê bi Serok Trump û Steve Witkoff re li Ofîsa Ovalê bûm. Wan dixwest ku her kes zanibe ku muzakere berdewam in. Em bawer dikin ku bi van hevdîtinan em di rêyek rast de diçin. Nûnerê Taybet Witkoff wê dawiya vê hefteyê vegere herêmê da ku bi (Serokê Rûsyayê) Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinan bidomîne."

 
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.