Rûsyayê êrîşî kana komirê kir: Zêdetirî sed karker asê man
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di encama êrîşa hêzên Rûsî ya li ser kana komirê ya şîrketa herî mezin a enerjiyê ya Ukraynayê DTEKê de, karkerekî jiyana xwe ji dest da û 146 karker jî di bin axê de asê man.
Rûsyayê li herêma Donetskê ya ku Ukraynayê dagir kiriye, êrîşî kana komirê kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de, karkerek mir, 3 karker birîndar bûn û 146 karker jî di bin erdê de asê man.
Şîrketa DTEKê da xuyakirin, "Êrîşê zirar da avahî û alavên kargehê, ev jî bû sedema qutbûna elektrîkê. Di wê demê de 146 karker di bin erdê de bûn. Xebatên rizgarkirinê dewam dikin."
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.