Çekdarên Rejîma Îranê li Merîwanê kolberekî Kurd birîndar kir

Çekdarên Rejîma Îranê li Merîwanê kolberekî Kurd birîndar kir

PeyamaKurd – Roja Duşemê, 25ê Tebaxa 2025an, kolberekî ciwan ê Kurd ê bi navê Mîlad Tebed, li herêma sînorî ya Sewalavayê, ji ber ku çekdarên  rejîma Komara Îslamî ya Îranê ew rasterast kir hedef, bi xedarî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê roja Sêşemê, 26ê Tebaxê, Mîlad Tebed 27 salî ye û xelkê gundê "Gîle" yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Hat ragihandin ku ev bûyer li bilindahiyên çiyayê "Tete" qewimî û hêzên leşkerî bêyî ku hişyariyeke pêşwext bidin, rasterast gule li wî kolberî reşandin.

Ji ber birînên wî xedar bûn, kolberê ciwan rakirin nexweşxaneya Kewserê ya li bajarê Sineyê heta û niha jî di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.