Hêzên Îsraîlê li nav Sûriyê 3 dewriye kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzeke Îsraîlê li nav axa Sûriyê gundewarê Qyneyterayê gereke leşkerî pêkanî.
Li gorî ragihandina çavkaniyê xwecihî, hêzên Îsraîlê dewriyeyeke leşkerî li devera El-Rewadî li gundewarê Quneyterayê encam dan.
Hate gotin ku hêzeke din jî gerek li nêzîkî gundê Semedaniyê yê Rojavayî kir.
Îro danê sibehê jî hêzeke Îsraîlê li gundê Dêwaniyê geriya û piştî saetekê ji wê deverê vekişiya.
Herwiha doh jî Îsraîlê du êrîş li gundewarê Şama paytexta Sûriyê encam dan û li gorî çavkaniyan 6 leşkerên Sûriyê tê de hatine kuştin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




