YNK: “4 car plan kirin da Bafil û Qubad Talabanî bikujin”

YNK: “4 car plan kirin da Bafil û Qubad Talabanî bikujin”

PeyamaKurd – Rayedarekî di asta bilind de ji Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ragihand ku di şerê li Otêla Lalezar de 12 kes mirine û 160 kes di binçav de ne. Rayedar got; di nav 2 mehên dawiyê de 4 caran xwestine ku serokê YNKê Bafil Talabanî û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bikujin.

Rayedarê di asta bilind de yê YNKê ji bo rojnamevanan ku peyamnêrê Rûdawê jî di nav rojnamevanan de bûye axifiye û li ser bûyera Otêla Lalezarê îdîayên balkêş gotiye. Çavkanî gotiye ku di şer de 12 kes mirine ku 3 ji wan ji hêzên ewlehiyêne û 160 kes di bin çav de ne.

Çavkaniya ji YNKê her weha gotiye ku di nav 2 mehên dawiyê de 4 caran xwestine Bafil û Qubad Talabanî bikujin. Çavkanî hûrahiya hewlên kuştina her dû birayan weha ragihandiye;

Hewla yekem: Plana kuştina ewilî ya Bafil Talabanî, di rêya fermandarekî de hat plankirin lê ji ber bi Talabanî re kesekî Amerîkayî hebû, plan neçû serî.

Hewla duyem: Xwestin di rêya nîşanvanekî pispor de kuştinê bikin. Di hewldanê de li Debaşanê di proja 600 xaniyan de, ji ciyê bûyerê 600 metre dûr nîşanvan xwestiye kuştinê bike. Çavkanî gotiye ; “Nîşanvan amadekariya xwe kiriye, singa Bafil Talabanî xistiye nav hedefa xwe lê paşî dev jê berdaye û tetikê nekşandiye.

Hewldana sêyem: Hewla kuştinê carekî jî li Sernçarê di xwaringeha Vogê de hat plankirin lê biser neket.

Hewldana çarem: Hewldanekî dinê jî bi sedema Bafil Talabanî ereba bi zirx bikartanî bi ser neket.

Hewldana kuştina Qubad Talabanî: Dema balafira Qubad Talabanî li esmanê Silêmaniyê bû, hewl dan ku ew bikujin.

Çavkanî ragihandiye ku berya şerê li Otêla Lalezarê destpêbike, Bafil Talabanî 3 caran di rêya telefonê de li Lahor Şêx Cengî geriyaye û gotiye:

“Derê derve, ez ê werim te bibim.”

Lê Lahor Şêx Cengî teklîfa Bafil Talabanî red kiriye û teslîm nebûye.

PDK di derveyê bûyerê de ye: Çavkanî di axaftina xwe de balê kişandiye ser noqteyekî girîng û gotiye:

“Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne di nav vê komployê de ye û daxilî nav meselê nebûye.”

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.