SOHR: Konseya Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê tê damezrandin

SOHR: Konseya Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê tê damezrandin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) damezrandina Konseya Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê, ku nûnertiya Elewiyan dike, ragihand.

Di daxuyaniyekê de, SOHR ragihand ku nûnerên Elewiyan li Sûriyeyê wê damezrandina saziyeke siyasî ya nû bi navê Konseya Siyasî ya Navendî û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) ragihînin.

Hat destnîşankirin ku encumen wê li parêzgehên Lazkiye û Tartusê û herwiha li hin deverên Hums û Hamayê ji bo federalîzmê bixebite.

Li gorî çavkaniyên SOHRê, çalakiyên encumenê wê beşek ji hewildanên ji bo avakirina avahiyeke siyasî ya federal li ser bingeha diyarkerên qanûnî û erdnîgarî bin, ku parêzgehên Lazkiye û Tartusê û herwiha hin deverên Hums û Hamayê digire nav xwe.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.