Deshilata Şamê hejmara kursiyên parlamentoyê bajar bajar diyar kir

PeyamaKurd- Komîteya Bilind a Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyê (Parlamento) kursiyên parêzgehan ên bo hilbijartinê eşkere kirin.
Li gorî biryara hejmar 24, hejmara giştî ya endamên Parlamentoyê 210 e û 70 ji wan ji aliyê Serokatiya Sûriyê (hikûmeta veguhêz a Ehmed Şera) ve têne destnîşankirin û 140 jî bi rêya hilbijartinan têne diyarkirin.
Li gorî sîstema hilbijartinan a biryarnameya hejmar 143 ya sala 2025an, kursî bajar bajar bi vî awayî hatine dabeşkirin:
Heleb: 32 kursî, ji nava wan (3 ji bo Efrînê û 2 ji bo Kobanî)
Hesekê: 10 kursî, ji nava wan (3 ji bo bajarê Hesekê, 4 ji bo Qamişlo, 2 ji bo Dêrikê û 1 ji bo Serê Kaniyê)
Şam: 10 Kursî
Gundewarê Şamê: 12 Kursî
Hums: 12 Kursî
Hema: 12 Kursî
Siweyda: 3 Kursî
Lazqiye: 7 Kursî
Tertûs: 5 Kursî
Dêrazor: 10 Kursî
Reqa: 6 Kursî
Der’a: 6 Kursî
Idlib: 12 Kursî
Quneytra: 3 Kursî
Hêjayî bibîrxistinê ye, Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê biryar dabû ku hilbijartin li 3 parêzgehên Hesekê, Reqa û Siweydayê neyên lidarxistin. Kurd û Durzî hilbijartinên deshilata Şamê red dikin.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




