Şanda DEM Partiyê li Herêma Kurdistanê ye

Şanda DEM Partiyê li Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd- Şanda DEM Partiyê ya bi seroktiya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji bo beşdarbûna konferansekê gihîşt bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê.

Di şandê de Hevserokên Giştî yên (Partiya Herêmên Demokratîk) DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît cî digirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandea pê re li Silêmaniyê beşdarî "Konferansa Hevpeymaniya Sosyaldemokrat a li Cîhana Erebî" dibin.

Konferans îro dest pê dike û wê heta 30yê Tebaxê berdewam bike ku ji 21 welatan serokomar û serkirdeyên siyasî beşdar dibin.

Biryar e Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî beşdarî wê konferansê bibe.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.