Hewlêr û Bexdayê li ser dahatên derveyî petrolê li hev kirin

Hewlêr û Bexdayê li ser dahatên derveyî petrolê li hev kirin

PeyamaKurd - Hewlêr û Bexda li ser beşek ji dahatên derveyî petrolê li hev kirine. Parlamenterê PDKê Şivan Kelarî diyar kir ku derengketina mûçeyan ji ber nakokiyek piçûk derketiye holê û alî li ser ji sedî 50ê dahatên federal li hev kirine.

Hewlêr û Bexda li ser beşek ji dahatên ne-petrolê li hev kirine. Piştî danûstandinên dirêj, peymana ku hatiye kirin niha di derbarê dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de hatiye rojevê.

Parlamenterê Koma Parlamentoya Iraqê ya PDKê Şivan Kelarî diyar kir ku derengketina mûçeyan a sê mehan ji ber nakokiyek piçûk û nakokiyek siyasî derketiye holê. Kelarî diyar kir ku alî li ser awayê berhevkirina dahatan li hev kirine û Herêma Kurdistanê wê ji sedî 50ê dahatên federal radest bike.

Wî tekez kir ku daxwaza Wezîrê Darayî yê Iraqê Tayf Samî ya ji bo ji sedî 50ê hemû dahatan destûr û qanûna budçeyê binpê dike.

Kelarî herwiha ragihand ku guhertina Parlamentoya Iraqê ya li ser Qanûna Saziya Girtiyên Siyasî mafên girtiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê (di nav de Helebce û Nugr Selman) bi yên girtiyên siyasî yên li parêzgehên din ên Iraqê re wekhev dike.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.