800 kes ji ber lehiyên baranên musonê mirin

800 kes ji ber lehiyên baranên musonê mirin

PeyamaKurd- Hejmara kesên ku ji ber baranên mûsonê li Pakistanê mirin, gihîşt 800 kesan.

Ji 26ê Hezîranê ve baranên dijwar ên mûsonê li Pakistanê, bûn sedema lehiyan. Di encamê de heta niha 800 kes mirin.

Hindistanê deriyên bendavan vekir

Li Hindistanê jî ji ber baranên dijwar, çem û baraj tijî bûn. Ji ber vê yekê Hindistanê deriyên bendavên xwe vekir. Asta avê li çemên Sutlej û Ravi bilind bû û li herêmên nizm ên Pakistanê bi qasî 150 hezar kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Ajansa Rêveberiya Afetên Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) ragihand ku çem tije bûne û ji bo metirsiya lehiyê ya ji nişka ve, hişyarî da herêmên derdorê. NDMAyê herwiha hişyarî da ku heta 10ê Îlonê dibe ku baranên dijwar ên nû bibarin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.