Polîtburoya PDKyê îdiayên derbarê Hoşyar Zêbarî de red kir: Tohmetên bêbingeh in

PeyamaKurd – Ofîsa Çapemeniyê ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ew îdiayên bi tundî red kirin ku qaşo endamê Komîteya Rêvebera Polîtburoyê, Hoşyar Zêbarî, di civînekê de behsa bipaşxistina rêkeftina mûçeyan a di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye. Polîtburoyê ev agahî weke "derew û bêbingeh" bi nav kir.
Daxuyanî weke bersivekê ji bo gotinên kesekî di bernameyeke radyoya "Dengê Tevgera Gorran" de hat, ku roja Sêşemê, 26ê Tebaxa 2025an, hatibû weşandin. Di bernameyê de hatibû îdiakirin ku Hoşyar Zêbarî di civîneke li gel endamên Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, li ser bipaşxistina peymana mûçeyan axiviye.
Di daxuyaniya PDKyê de hatiye gotin, "Em ji vê derê radigihînin ku ew zanyarî nerast in û dikevin nav çarçoveya tomet çêkirinên bê bingeh."
Ofîsa Çapemeniyê tekez kir ku berevajî van îdiayan, "Zêbarî û Polîtburoya partiya me her tim piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkan de bi hikûmeta federal re tekez kirine." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDKyê her du hikûmet teşwîq kirine ku ji bo dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bigihîjin rêkeftineke berfireh.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




