Netanyahû jenosîda ermenan nas kir

Netanyahû jenosîda ermenan nas kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, di dîroka welatê xwe de cara yekem komkujiya ku Împaratoriya Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekem de li dijî Ermen, Yunan û Asûriyan pêk anîbû, wekî komkujî pênase kir.

Netanyahu di podcasta Patrick Bet-Davidê Ermenî de axivî û li ser mijara naskirina qira ermenan got: “Ez bawer dikim me kiriye. Ez bawer dikim Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) di vî warî de biryarek derxistiye."

Netanyahû li ser nebûna yasayekî di vê mijarê de jî destnîşan kir, “Ez bi xwe amade me vê yekê bibêjim. Min niha nas kir. Ferman.”

Ermenistan hewl dide ku kuştinên sîstematîk ên ku di encamê de nêzîkî 1,5 milyon kes mirin, li qada navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin.

Tirkiye bi awayekî tund li dijî wekî jenosîd nasandina bûyerên sala 1915an ên dema Osmaniyan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê heta niha ji ber bazirganiya xurt bi Tirkiyeyê re, bûyerên sala 1915an wekî jenosîd nas nedikirl

Wezîrê Karên Derve yê sala 2001ê Şîmon Peres gotibû, "Îsraîl hewldanên avakirina wekheviyê di navbera Holokost û îdiayên Ermeniyan de red dike."

Li aliyê din sala 2000î Wezîrê Perwerdeyê yê wê demê Yossi Sarid ê ji partiya çepgir a Meretzê ragihandibû ku ew plan dikin komkujiya Ermeniyan bixin nav mufredata dîrokê ya Îsraîlê.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.