Asayîşa Silêmaniyê îtirafa kesekî nêzî Lahur ya bo kuştina Bafil Talebanî belav kir

PeyamaKurd- Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê ragihand ku komeke girêdayî Lahûr Şêx Cengî hewldana Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ‘kuştina Bafil Talebanî kiriye û mikurhatinên endamên komê belav kir.
Yek ji kesên tohmetbar di vîdeoya hatiye belavkirin de diaxive û çîroka bûyerê wiha vedibêje:
"Du sekvanên me birin nav yek ji projeyên niştecihbûnê, plan ew bû ku em pêşî Bafil Talebanî bikujin û paşê jî bi dronan êrîşî Debaşanê bê kirin."
Dezgeha Asayîşê ku navenda wê li Silêmaniyê ye li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, navê wî sekvanî Rêbiwar Qudret e.
Rêbiwar di îtirafê de dibêje, "Yek ji çekên sekvaniyê biryar bû ji aliyê Rêbiwar Hemid Hacî Xalî, Fermandarê Dûpişkê ve bihata bikaranîn."
Sekvan da zanîn ku Lahûr Şêx Cengî pêwendî pê re daniye û gotiye, "Cihek heye, divê tu biçî û ji wir ve dûrahiya wî cihî ya heta Debaşanê bipîvî. Ez çûm û min pîva, ew cih 600-700 metre dûr bû."
Li gorî vîdeoya îtirafê plana komê wiha bû:
“Piştî ku Bafil Talebanî hat kuştin, hêzeke ku ji aliyê Ejî Emîn (berpirsekî hêzên ewlehiyê) ve hatibû şandin, di bin fermandariya Polad Şêx Cengî de biçûya Debaşanê û paşê jî Lahûr Şêx Cengî ji Debaşanê daxuyaniyek li ser navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê belav bikira.”
Di vîdeoyê de tohmetbarek dibêje ku hewl hatiye dayîn di êrişê de çendîn dron bên bikaranîn:
"Em ji bo perwerdeya li ser drona xwekuj şandin Ukraynayê. Paşê li Hewraza Neftê ya li nav sînorê Hewlêrê, Ejî Emîn atolyeyeke hilberîna dronan damezrand û piştre beşek ji dronan ji bo Silêmaniyê hatin şandin.”
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.





