Roja merasîma cenazeyê Papa eşkere bû, dîmenên tabûtê hatin belavkirin

PeyamaKurd - Vatîkanê ragihand ku merasîma cenazeyê Papa Francis, rêberê ruhanî yê Katolîkan, dê roja şemiyê 26ê Nîsanê saet 11:00 li ber Bazîlîkaya Saint Peter bê lidarxistin. Kardînal Giovanni Battista Re, dekanê Civata Kardînalan, dê merasîmê birêve bibe.
Termê Papa Francis, piştî merasîmê, dê li gorî wesiyeta wî bê birin bo Bazîlîkaya Santa Maria Maggiore ji bo defnkirinê. Wêneyên termê Papa di tabûta vekirî de hatin parve kirin, ku Kardînal Pietro Parolin li ber serê wî dua dikir.
Papa Francis dê bibe yekem Papa ku ji 100 salan zêdetir e li Vatîkanê nayê definkirin. Ji sala 1914an vir ve, Papa li Şkeftên Vatîkanê di bin Bazîlîkaya Saint Peter de dihatin definkirin. Bi tenê 7 Papa li Bazîlîkaya Santa Maria Maggiore hatine definkirin û Papa Francis dê bibe yekemîn ku ji sala 1669an vir ve li wir tê definkirin.
Papa gelek caran diçû Bazîlîkaya Santa Maria Maggiore. Piştî ku bû Papa, ew di nava 24 demjimêran de çû wir û her ku diçû derveyî Romayê yan vedigeriya Vatîkanê, bi rêkûpêk seredana Bazîlîkayê dikir.
Di merasîma cenazeyê de gelek rêberên cîhanê dê beşdar bibin, di nav wan de Serokê Amerîkayê Donald Trump û jina wî Melania Trump, Serokê Arjantînê Javier Milei, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy.
Papa Francis duhî sibehê ji ber felc û krîza dilî koça dawî kir.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




